Sine; Çalakvanê kedkarî Êqbal Pîşkarî bi danîna barimteyê hat berdan

11:34 - 15 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 24ê Cozerdanê, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sinê “Êqbal Pîşkarî” piştî danîna barimtey; ji girtîgeha bajarê Sinê bi awayekî demkî hat azadkirin.

Êvariya roja Çarşemî 27`ê Banemerê, ev xebatkarê kedkarî tevî komek ji xebatkarên kedkariyê, ji bo bîranîna “Hûman Ebdullahî” yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, serdana mala bavê wî kiribûn û hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê, avêtibû ser mala “Ferşîd Ebdullahî” û bi ew binçaavkiribûn.

“Pîşkarî” ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatibû veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

Heya niha derbarê tohmetên li ser vê çalakvanê kedkariyê, ti zanyariyên berfireh bi dest neketin e.