Pêdram Moînî sewqî Girtîgeha Sergirtî ya îtla`ata Sinê kirin

11:33 - 15 Hezîran 2023

“Pêdram Moînî”, xwendekarê doktorayê di beşa Civaknasiya Siyasî ya Zanîngeha Zanist û Lêkolînê ya Tehranê de, ji bo jêpirsînê sewqî girtîgeha îtla`ata Sinê hat kirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev xwendekarê Kurd roja Sêşemî 23ê Cozerdanê bi malbata xwe re nûçeya veguhestina wî bo girtîgeha îtla`ata Sinê kiirbû.

Roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandan belgeya dadgehê avêtin ser ofîsa “Pêdram” li bajarê Banê û navbirî binçav kirin.

Piştî lêgerîna li ofîsa “Pêdram”, hêzên ewlehiyê dest danîne ser hinek kelûpelên wî yên şexsî û telefona wî  bi xwe re birin.

Herwisa “Moînî” jî di 2’ê Rezberê de di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhestin.

Ev xwendekarê Kurd piştî ku bi barimteya Yek milyar Tûmenî li benda 240 a girtîgeha Êvînê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Pedram Moînî” ji aliyê lêpirsîna Serdozgeriya Êvînê ve bi tohmeta “li dijî ewlehiya netewî ya welat”, “propaganda li dijî rejîmê” û “têkdana aramiya giştî bi rêya beşdariya di xwenîşandanan de” hatibû tohmetbarkirin.

“Pêdram Moînî”, 38 salî, kurê Ezîzullahê xelkê Sinê ye.