“Sasan Çemenara” bi armanca cibicîkirina cezaya bi serde sepandî, bo dadgehê hate gazîkirin

18:14 - 14 Hezîran 2023

Hunemmendê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê “Sasan Çemenara” bona cîbicîkirina cezaya bi serdesepandî bo taya 1 a cîbicîkirina cezayan a Dadseraya Giştî û Dadgeha Şoreşa Tehranê, hate gazîkirin.

Ew hunermendê han piştî piştrastkirina cezayê wî li dadgeha pêdeçûnê, roja Dûşemî 22`ê Cozerdanê bi armanca cîbicîkirna cezaya bi serdesepandî, gazîname jêra gihaye.

Roja Sêşemî 4`ê Rêbendana 1401 a Rojî, “Sasan Çemenara” piştî 109 rojan binçavkirin, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî bi awayê demkî û heta bidawîhatina pêregihîştina dadgeha pêdeçûnê bi dosyeya wî, ji girtîgeha Tehrana Mezîn hatibû azadkirin.

Ew hunrmendê temen 33 salî bi tohmetên “kombûn û hevkarî li dijî ewlehiya netewî û propagande li dijî nizam”ê ji aliyê taya 29 a dadgeha Şoreşa Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Seyîdelî Mezlûm”, 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

“Sasan Çemeara” li heyama binçavkirinê de ji mafê parêzer bêpar bûye û bi tenê li dema dadgehîkirinê de bi tenê carekê parêzerê dosya xwe dîtiye.

Parêzerê wî hunemendê Kurd berî kombûna dadgehîkirinê, bi tenê carekê mafê destpêregihîştin bi dosyeya “Sasan Çemenara” hebûye û li dadgehê de jî mafê berevanîkirin ji Sasan” bi wî re nehatiye dan.

“Sasan Çemenara” roja 15`ê Rezbera 1401 Rojî bi sedema beşdarêkirin li nerizayetiyan de bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin; Navbirî 21 rojan li girtîgeha “1 A” ya Îtila`ata Spahê û 18 rojan jî li benda 209 a girtîgeha “Êvîn”ê ku girêdayî wezareta Îtia`tê ye, bançavkirî bûye.

Ew hunemmendê han li heyama binçavkirinê de hatiye îşkencekirin û ji aliyê hêzên ewlehî ve bi kirêtî reftar digel hatiye kirin; navbirî bona nîşandana nerizayetiya xwe li derheq rewşa xwe û destpêrenegihîştin bi dermanan, kevtibû gireva birçîbûnê.