Mamoste Luqman Emînî û mamosta Îbrahîm Kerîmî Nenle bi heps, sirgûn û qedexeya hertmî a lixwekirina kincên melatiyê hatine cezakirin

17:10 - 14 Hezîran 2023

Mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê Înê yê Mizgefta Çaryarnebî ya Sinê û Mamoste “Îbrahîm Kerîmî” Nenle pêşnimêjê Înê yê Mizgefta Cemê ya gundê Nenle ya Sinê ji aliyê Dadgeha Tayber a Rûhaniyeta Hemedanê bi 23 sal cezayê girtîgehê, sirgûn û qedexehiya hertimî a li xwekirina kincên melatiyê hatin cezakirin.

Li ser vê biryarê, mamosta “Luqman Emînî” 11 sal hepsa tezîrî, 2 sal sirgûnkirina Erdebîl, qedexehiya hertmî a li xwekirina kincên melatiyê û qedexekirina xutbeyên Înê û mamosta “Îbrahîm Kerîmî Nenle” jî bi 12 sal cezayê tezîrî û sirgûnê bo du salan ji bo Buşehrê û qedexehiya li xwekirina hertmî a kincên melatiyê hatine mehkûmkirin.

Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Hemedanê ev du meleyên Kurd bi “propagandakirina li dijî nizamê bo berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, ragirtina çekan û tûjkirina serhildêran û û piştevanîkirina ji xelkê bo xwenîşandanên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, tohmetbar kirine.

Roja Çarşemî 17ê Cozerdanê, civîna dozên van her du meleyên Kurd li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedanê birêve çû.

Roja Duşemî 10’ê Rêbendan a sala 1401’an, mamoste “Luqman Emînî û mamosta Îbrahîm Kerîmî Nenle”, li ser rêya Merîwanê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê, bi tohmeta piştevanîkirina ji serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û roja Çarşemî 3’ê Reşemeya 1401’an, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawbûna dozê serbest hatibûn berdan.

Dezgeha îtla`ata Sinê piştî binçavkirina mamosta “Îbrahîm Kerîmî Nenle”, û weşandina vîdyoya vî meleyê Kurd, navbirî neçar kirbûn ku daxwaza lêborînê ji melayên ser bi hikûmetê bike.