Li Sewlavayê welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

13:07 - 14 Hezîran 2023

Sibeha roja Sêşemî 23’ê Cozerdanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Arif Advay” û xelkê gundê Selîn a bajarê Sewlavayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, demjimêr 6ê sibê hêzên ewlehiyê bi ser gundê Selîn de girtin û bi bê nîşandan belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li dijî “Advay” ti agahî nînin.