Welatiyekî Kurd ji bo cîbicîkirina hukmê xwe bo girtîgeha Bûkanê hat veguhestin

13:06 - 14 Hezîran 2023

Roja Duşemî 15’ê Cozerdanê, xelkê bajarê Bokanê, “Mesûd Darsenc”, ji bo cîbicîkirina hukmê xwe, bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin.

Ev welatiyê han bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, beşdariya di xwenîşandanan de û şandina vîdyo û nûçeyan bo medyayên dijberên hikûmeta Îranê”, bi 33 meh heps, ji aliyê taya 101ê dadgeha Cezay;n Giran a Bokanê ve hatiye cezakirin. Ev ceza di destpêka meha Banemerê de bi fermî jê re hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 25`ê Rêbendana 1401`an, “Mesûd Darsenc” bi bê nîşandan belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê û mehek binçavkirina demkî bi danîna barimteya 350 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû berdan.