Ferdîn Rostamnejad, kolber Pawe dubare emeliyat kir

17:36 - 12 Hezîran 2023

“Ferdîn Rostemnejad” kolberê xelkê gundê “Şemşîr” a ser bi bajarê Pawe, careke din li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê neştergerî kir.

Li gor çavkaniyek agehdar, ev kolber bi sedema xirabiya rewşa xwe ya laşî di bin çavdêriya pizîşkî de bûye û gelek caran li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Ev kolber bi sedema bêlivnebûna ji navtengê ber bi jêr ve li nexweşxanê de bû û careke din li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê neştergerî hat encamdan û pêwîstiya wî bi çavdêriya taybet heye.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev kolberê han hewcehî bi alîkariya pere heye bo dabînkirina lêçûnên dermankirinê.

Roja Duşemî 8’ê Reşemeha 1401’an, “Ferdîn Rostamnejad” bi guleya hêzên leşkerî yên henga sînorî ya “Kileber” a Newsûdê bibû armanc.

Ev kolberê han zewicî ye û keçek wî ya Pênc salî heye.