Serableya Îlam; 6 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

11:58 - 12 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 21’ê Cozerdanê 6 welatiyên bi navên “Mehrdad Qêyserbêygî 34 salî, Eyûb Gravend 32 salî, Yûnis Gravend 36 salî, Nevîd Mihemednejad 26 salî, Mihemed Tehmasbî 36 salî û Hemîd Rehmanî” temen 23 salî û xelkê bajarê Serable ya parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev 6 welatî bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtla`ata Îlamê hatin veguhastin.

Heya dema belav kirina vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmeta van 6 welatiyan ber dest tuneye.