Dêhgolan; Kuştina jineke ciwan ji aliyê hevjînê wê ve

11:04 - 1 Hezîran 2023

Roja Duşemî 8ê Cozerdanê jineke ciwan bi navê “Perestû Şehbazî” xelkê gundê Mîrkî yê ser bi Dêhgolanê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Li gor çavkaniyeke agahdar, ev jina ciwan ji aliyê hevjînê xwe “Peyam Şerîfî” ve bi kêran hatiye kuştin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: “Perestû Şehbazî” qurbaniya zewaca zarokan bûye û di temenê 12 saliyê de neçar bûye ku bizewice.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hevjînê “Perestû Şehbazî” bêkar e û bi madeyên hişber ve girêdayî ye û ji destkutiyê azaran dibîne.

“Perestû Şahbazî” 18 salî û dayîka zarokekî biçûk bû.