Li Pîranşarê 6 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatin binçavkirin

11:34 - 12 Hezîran 2023

Şeş welatiyên Pîranşarê yên bi navên “Ebdulrehman Qeyteran, Sedreddîn Qeytaran, Xizr Mihemedpûr, Hebîb Xoşnûd, Cemal Resûlzade û Mihemed Mehmûd Fiqe”, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, sibeha roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, “Cemal Resûlzade” kurê Mihemed û “Mihemed Mehmûd Fiqe” kurê Cefer xelkê gundê “Xorîncê” ya ser bi Pîranşarê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: “Ebdulrehman Qeyteran û Sedredîn Qeyteran” jî xelkê gundê “Kanî Mela” ku birayên hev in, sibeha roja Yekşemî 21`ê Cozerdanê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê û bi tundûtûjiyê, di maleke taybet de hatin binçavkirin.

Vê çavkaniya agehdar ragihand: Roja Yekşemî 21’ê Cozerdanê, “Hebîb Xoşnûd û Xizir Mihemedpûr” xelkê gundê “Kanî Mela” a Pîranşarê, jî bi bê nîşandan belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên gundê “Eşnozeng” a Pîranşarê ve hatin binçavkirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên van şeş welatiyên Kurd de tune ye.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Xizr Mihemedpûr, Ebdurrahman Qeytran, Hebîb Xoşnûd û Sedredîn Qeyteran