Li sînorê Banê ji ber gulebarana hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû

11:32 - 12 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, kolberekî bi navê “Rehîm Feyzî” xelkê bajarê Bokanê ji ber gullereşandina hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Banê birîndar bû.

Hêzên Leşkerî yên dewletê bi bê hişyariyek berê rasterast gule li vî kolberê kurd reşandin.

Ev kolber di vê bûyerê de ji aliyê lingê xwe ve birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin.

Di vê derbarê de, sibeha roja Duşemî 15`ê Cozerdanê, kolberek bi navê “Hoşyar Hesenpûr” xelkê Banê, bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê “Zile”ê canê xwe ji dest da.