Kamiyaran; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:31 - 12 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, ciwanê Kurd yê bi navê “Dana Qurbanî” kurê Esed temen 19 salî û xelkê Kamiyaranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandan belgeya dadgehê ev ciwanê Kurd li cihê karê wî de binçavkirine.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Malbata vî xortî bo zanîna çarenivîsa wî serî li Îdareya Îtila`ata Kamiyaran dane, lê hêzên ewlehiyê di vê derbarê de tu bersivek nedane wan.

Vê çavkaniya agehdar ragihand: “Dana Xurbanî”, biraziyê Heyder Xorbanî, girtiyê siyasî, yê hatî bidarvekirin e.

Sibeha roja Yekşemî 28’ê Sermawez a sala 1400’an, “Heyder Xurbanî”, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê Kamiyaranê, bêyî haya malbat û parêzerê wî, li girtîgeha Sinê hate bidarvekirin.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên “Dana Qurbanî” de ti zanyariyek tune ye.