Berdewamiya binçavkirin û çarenivîsa ne diyar a du welatiyên Kurd

12:12 - 11 Hezîran 2023

Her du welatiyên Kurd ên bi navên “Siyamak Heyasî” û “Alan Daxdar” xelkê gundê “Hacî Abad” a Bokanê heta niha di binçavan de ne û ti zanyariyên rast li ser çarenivîsa wan tinîn in.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev 2 welatî ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatine veguhastin û ji parêzeran û serdana malbatan re bê par in.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Tevî ku malbata van her du welatiyan serî li saziyên ewlehiyê yên Urmiye û Bokanê didin, lê hêzên ewlehiyê bersiva zelal derbarê çarenivîsa wan de red dikin.

Êvariya roja Çarşemî 30’ê Xakelêweyê, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê Siyamak Heyasî binçav kirin û piştî binçavkirina wî li mala wî vekolîn.

Hêzên ewlehiyê dest danîne ser hin kelûpelên şexsî yên “Heyasî”, ji wan laptop, telefona û flash wî [ bi xwe re birin.

Roja Sêşemî 29ê Xakelêweyê, “Alan Daxdar” jî bi nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her du welatiyên Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.

Wêne: Siyamak Heyasî