Li girtîgeha îtlaata navendî ya Îlamê, 2 girtiyên Abdananê di greva birçîbûnê de ne

12:11 - 11 Hezîran 2023

Ji roja Înê 19ê Cozerdanê ve, “Mihemed Daniyalî” yê 23 salî, endamê koma “Benar” a Abdanan û welatiyê bi navê “Naser Rezayî” yê 43 salî ji bajarê Serab Bax a bajarê Abdanan, li girtîgeha navendî ya Îlamê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her du welatiyên han ji bo nerazîbûna xwe li hember îşkence û neşopandina dosyeya xwe dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Roja 24’ê Banemerê “Mihemed Daniyalî” bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Dêhloranê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata Îlamê hatibû veguhastin. “Mihemed Daniyalî” xelkê Abdananê ye û ji bo kar çûbû Dêholaranê.

Roja Duşemî 1ê Cozerdanê, “Naser Rezayî” bi bê nîşandana belgeya dadgehê li termînala bajarê Ehwazê hatibû binçavkirin.