Seqiz; Binçavkirina çalakvanekî medenî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

12:10 - 11 Hezîran 2023

Roja Şemî 20’ê Cozerdanê, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê “Eyûb Cewanpûr” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê û bi tundiyê ev çalakvanê medenî binçavkirine.

Pêştir ev çalakvanê medenî çendîn caran li ser kar û çalakiyên xwe bo Îdareya Îtilaata Seqizê hatibû gazîkirin û lêpirsîna jê hatibû kirin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî çalakvanê medenî ber dest tune ye.