Bidarvekirina girtiyekî Kirmaşanê li girtîgeha Urmiyê

11:07 - 10 Hezîran 2023

Li gorî rapora ajansa Nûçegihaniya Hirana`yê, roja Înê 19`ê Cozerdanê, girtiyê bi navê “Qubad Ferhadpûr” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Urmiyê hat bidarvekirin.

Ev girtiyê han roja Pêncşemî 18`ê Cozerdanê ji bo derbaskirina hukmê xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Qubad Ferhadpûr pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binîçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cazayê îdamê hatibû lê hatibû birîn.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.

Di vê derbarê de, sibeha roja Înê, 19ê Cozerdanê, girtiyê bi navê “Cefer Mihemedpûr” kurê Mihemed xelkê Serdeştê jî li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.