Binçavkirina dayikên qurbaniyên bajarên Sine, Dêhgolan û Dîwandere li deriyê bajarê Seqizê ji aliyê îtla`ata Spaha Pasdaran ve

11:06 - 10 Hezîran 2023

Roja Înê, 19`ê Cozerdana sala 1402`an, piştî rêûresma rojbûna Daniyal Pabendî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li goristana Ayçî ya Seqizê, bi amadebûna dayîkên qurbaniyên bajarên Sine, Dêhgolan û Dîwandere, û piştre amadebûna wan li ser gorên qurbaniyên Bokanê, hêzên ewlehiyê piştî rêûresimê, ew dayik binçavkirin.

Li gor zanyariyên nûçegihaniya Kurdpayê, dayîkên şehîdên Sine, Dêgolan û Dîwandere piştî rêûresima li ser mezarên şehîdên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Eyçî ya Seqiz û Bokanê ji aliyê hêzên Îtila`ata Pasdaran ve li ber deriyê hundirî yê bajarê Seqizê hatin binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar îşare bi vê yekê jî kir, ku du mînîbusên ku ev dayîk û kesên pê re tê de bûn, hatin binçavkirin û ti zanyariyên berfireh derbarê çarenivîsa wan de nînin.

Li gor vîdyoyên ku hatine belavkirin, Mojgan Êftexarî dayîka Gina-Mehsa Emînî jî li ser gorên şehîdên Bokanê amade bûye.

Refîq Hisên Penahî çalakvanê siyasî û medenî ku dayîka wî ya bi navê Daye Şerîfe û dayîka Ramîn Husên Penahî girtiyê siyasî yê hatî darvekirin li gel dayîkên din hatibû, li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî; "Zêdetirî 40 dayîk û bavên malbatên qurbaniyan di nav wan girtiyan de ne."

Roja Înê 19ê Cozerdanê dayîkên Daxdar bi hilgirtina wêneyên zarokên xwe yên şehîdên destê Komara Îslamî ya Îranê û bi qîrîna siloganên “Şehîd namirin û sond bi xwîna hevalan em heta dawî berxwdaniyê bikin û herwisa  bi silogana "Jin, Jiyan, Azadî" yada şehîdên xwe bilind ragirtin.