Biryara îdamê yê girtiyê Serdeştê li girtîgeha Urmiyê birê ve çû

11:04 - 10 Hezîran 2023

Sibeha roja Înê 19’ê Cozre girtiyê bi navê “Cefer Mihemedpûr” kurê Mihemed xelkê Serdeştê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.

Ev girtiyê han roja Pêncşemî 18`ê Cozerdanê ji bo derbaskirina hukmê xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

“Cefer Mihemedpûr” zewicî ye û du zarokên wî hene.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.