Li herêmên sînor ên Newsûdê kolberek birîndar bû

17:17 - 9 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 17’ê Cozerdanê, kolberekî bi navê “Ensar (paşnav ne diyare)” xelkê gundê “Mensûr Axayî” a ser bi bajarê Şaho ya ser bi navçeya Rewanserê, bi gulleyên hêzên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên dewletê bi bê hişyariya berê rasterast gule li kolberê 27 salî reşandin.

Ev kolber di vê bûyerê de ji pişt û navtengê birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navenda pizîşkî ya Cewanrûdê hatiye veguhastin.

Di vê derbarê de, êvariya roja Duşemî 15ê Cozerdanê, çar ciwanên bi navê “Elî Husênî” temen 17 salî, xelkê gundê “Bilbzan”a ser bi navçeya Pawe “Soran Danişî” temen 20 salî, xelkê gundê  Bilbizan a ser bi navçeya Paweyê, “Şiwan ( paşnavê wî ne diyar e) temen 35 salî xelkê gundê “Satyarî” yê ser bi navçeya Pawe û “Kavan Husênî” 18 salî xelkê gundê “Daşe” ya ser bi navçeya Pawê Ji ber gulereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê birîndar bibûn.