Sine: Xebatkarê kedkarî Kemal Kerîmî bi danîna barimteyê hat berdan

10:49 - 1 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 10’ê Cozerdanê, “Kemal Kerîmî”, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sinê, piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Sinê hat azadkirin.

Ev çalakvanê kedkarî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji navenda îtla`ata Sinê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

 “Kerîmî” êvariya roja Çarşemî 27ê Banemerê tevî komek ji çalakên kedkariyê ji bo rêzgirtina bîranîna Homan Ebdullahî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, dema ku çû mala bavê xwe, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê avêtin ser mala Ferşîd Ebdullahî û bi tundûtîjiyê navbirî binçavkirin.

Ev xebatkar piştî binçavkirin, ji bo lêkolînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê veguhastibûn.