biryara îdamê yê girtiyê Serdeştê li girtîgeha Urmiyê cî bi cî kirin
17:16 - 9 Hezîran 2023
Sibeha roja Înê 19’ê Cozerdanê,girtiyê bi navê “Cefer Mihemedpûr” kurê Mihemed xelkê Serdeştê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.
Ev girtiyê han roja Pêncşemî 18`ê Cozerdanê ji bo derbaskirina cezayê xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Cefer Mihemedpûr zewicî ye û du zarokên wî hene.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.