Girtîgeha Urmiyê; Girtiya jin ji bo îdamê odeya takekesê veguhastin

17:16 - 9 Hezîran 2023

Roja Pêncşemî 18 Cozerdanê, girtiya jin a bi navê “Pervîn Mûsewî” ji bo cîbicîkirina biryara îdamê ji beşa jinan a girtîgeha Urmiyê bo odeya takekesî hat veguhastin.

Berpirsên girtîgeha Urmiyê ji vê girtiya jin re ragihandine ku dê di demek nêzîk de cezayê darvekirina wê were cîbicîkirin.

Ev girtiya temen 53 salî di sala 1399`an de bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatiye binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê bo hatiye birîn.