Li Merîwanê welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

17:14 - 9 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 17`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Areş Şerîfî” temen 32 salî, kurê Ebas, xelkê gundê “Tengîser” Li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han vi bêyî nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wî de ev binçavkirine.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê telefona “Şerîfî” jî dest bi ser de girtine û bi xwe re birin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên derbarê “Areş Şerîfî” de ti agahî nehatine bidestxistin.