Gazîkirina welatiyekî Kurd bo Îdareya Îtila`atê

12:07 - 8 Hezîran 2023

“Mihemed Alanî” welatiyê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şinoyê bo îdareya îtla`ata vî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîna wî hat kirin.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, “Alanî” ji roja Sêşemî 16`ê Cozerdanê heya roja Pêncşemiyê 18`ê Cozerdanê, bo cara sêyem hatiye gazîkirin û lêpirsîna wî hatiye kirin.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Hêzên Îtilaata Şinoyê givaş xistine li ser vî welatî , da ku bi vê saziya ewlehiyê re hevkariyê bike.

“Mihemed Alanî” 51 salî ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene.