Dosyeya zarokê 16 salî Êhsan Mihemedî bo dadgeha cezayên zarokan a Urmiyê hat şandin

11:16 - 8 Hezîran 2023

“Êhsan Mihemedî” yê 16 salî ku zêdetirî 8 mehan e li navenda çaksaziya Urmiyê tê ragirtin, dosyeya wî ji aliyê taya sêyem a dadgeha şoreşê ve bo dadgeha taybet a cezayên zarokan a Urmiyê hat şandin.

Li gor çavkaniyeke haydar bo Kurdpa yê, “Mihemedî” ji aliyê taya sêyem ya dadgeha Şoreşa Urmiyê ve bi tometa “têkdana ewlehî giştî bi rêya beşdariya di xwenîşandanan de, handan û wêrankirina mal û milkên giştî “bi fermana şer” û bi sedema ji bo temenê wî di bin 18 saliyê de ji bo sûcên ciwanan sewqî dadgeha cezayê ya taybet a zarokan hat kirin.

Di belgenameya taya sêyem a dadgeha Şoreş a Urmiyê de bi serokatiya şêwirmendên “Riza Necefzade” û “Cewad Xulamî Kerdêreş”, ev biryara ku hatiye dayîn, dikare li Dadgeha Bilind a welat were îtîrazkirin.

“Êhsan Mihemedî” di 21’ê Xermanana sala 1401’an de ji aliyê Îdareya Îtila’atê ve hatibû gazîkirin û binçavkirin.

Piştî demekê ji bo lêpirsînê bo Urmiyê hatibû veguhastin û di dema lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatibû.

Ji dema binçavkirinê heta niha bi bê hebûna mafê  azadiya demkî di girtîgeha Çaksaziya Urmiyê de ye.