Welatiyekî Kurd ji bo cîbicîkirina hukmê girtîgehê bo girtîgeha Neqdeyê hat veguhestin

11:03 - 7 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 16’ê Cozerdanê welatiyê Kurd yê bi navê “Fer`an Hesenzade” temen 31 salî, û kurê Letîf xelkê Şinoyê, piştî ku serdana taya cîbicîkirina cezayan a dozgeriya vî bajarî kiribû, hate binçavkirin û ji bo derbaskirin cezayê xwe, bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin.

Di 9`ê Banemera îsal de, bi tohmeta “endamtiya di yek partiyên opozisyona welat” ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê ya Do ya Şinoyê, bi serokatiya dadwer “Mehdî Rezayî” ve, “Hesenzade” bi du sal heps; hat cezakirin.

Roja Sêşemî 27’ê Befranbara sala 1401’an, ev welatiyê han bi bê nîşandana belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlekarî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

“Fer`an Hesenzade” piştî bidawîhatina piroseya lêpirsînê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin û li 18`ê Rêbendan a sala 1401`an de, bi danîna barimteya 200 milyon Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji vê girtîgehê hatibû azadkirin.

Ev welatiyê Kurd zewicî ye û zarokên wî hene.