Sine; 3 çalakvanên kedkariyê bi danîna barimteyê hatin berdan

11:01 - 7 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 16’ê Cozerdanê, “Hebîbullah Kerîmî, Ebdullah Xêrabadî û Şadman Ebdî” çalakvanên kedkarî  yên bajarê Sinê piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hatin berdan.

Ev sê çalakvanên kedkariyê piştî pêvajoya lêpirsînê ji girtîgeha îtla`ata Sinê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatin veguhastin.

Herwisa ev çalakvanên kedkariyê ji bo bîranîna “Homan Ebdullahî” ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” ye, serdana mala bavê wî kirbûn.

Heya niha der barê tohmetên van çalakvanên kedkariyê de agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Ebdullah Xêrabadî, Hebîbullah Kerîmî û Şadman Ebdî