Li sînorê Newsûdê 4 kolber bi gulebarana leşkerên dewletê birîndar bûn

11:00 - 7 Hezîran 2023

Êvariya roja Duşemî 15ê Cozerdanê, 4 kolberên bi navên “Elî Husênî” temen 17 salî û xelkê gundê “Bilbizan”a ser bi Pawê, “Soran Daneşî” temen 20 salî xelkê gundê “Bilbizan”a ser bi Paweyê, Şivan (paşnavê wî nehatiye zanîn)" temen 35 salî li gundê "Satyarî" ya ser bi Pawê û "Kavan Hosênî" 18 salî li gundê "Daşe" ya ser bi bajarê Pawê, bi gulebarana leşkerên dewletê, li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev 4 kolber rasterast bi bê haydarkirin, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatine gulebarankirin.

Vê çavkaniya haydar herwiha got: Ev çar kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên bajarê Helebce li Herêma Kurdistana Iraqê hatine veguhastin.

Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Di vê bûyerê de “Elî Husênî” ji aliyê lingê xwe ve, Şiwan ji aliyê dest û Soran Daneşî ji aliyê lingê xwe ve û Kavan Husênî ji aliyê pişt û navtengê ve birîndar bûne.

Di vê derbarê de, sibeha roja Duşemî 15`ê Cozerdanê, kolberek bi navê “Hoşyar Hesenpûr” xelkê Banê, bi sedema gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê “Zile”ê canê xwe ji dest daye.