Dîwandere; Di encama teqîna gazê de karkerekê cane xwe ji dest da

10:59 - 7 Hezîran 2023

Êvariya roja Duşemî 15’ê Cozerdanê, zarokê kedkar yê bi navê “Sarûş Ebdullazade”,  temen 10 salî, û kurê Qehreman û Şêyda xelkê bajarê Seqizê, û rûniştiyê bajarê Dîwandere, bi sedema teqîna gazê bi giranî birîndar bibû, canê xwe ji dest da.

Ev zarok çend roj berê li bajarê Dîwandere, ji ber teqîna gazê di kargehekê de birîndar bibû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.