Li Sinê welatiyekî Kurd hat girtin

10:48 - 1 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 7 Cozerdanê welatiyekî Kurd bi navê “Şoreş Mihemedpûr” kurê Haşim xelkê gundê “Tengîser”a ser bi Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê 36 salî bi bê nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wî binçavkirine.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: “Mihemedpûr” piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Şopandinên malbata vî welatî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser bi “Mihemedpûr” de tine.