Girtiyê xelkê Serdeştê li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin

10:54 - 6 Gulan 2023

Sibeha roja Înê 15’ê Banemerê biryara îdamê yê girtiyê Serdeştê yê bi navê “Feramerz Şexisî” li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.

Ev girtiyê han roja Pêncşemî 14ê Bemerê ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî veguhastibûn.

Ev girtî berê ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Feramerz 29 salî ye û xelkê Nelasê yê Serdeştê ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.