Li girtîgeha Selmasê du girtî hatin îdamkirin

10:53 - 6 Gulan 2023

Sibeha roja Şemiyê 16’ê Banemerê, biryara îdamê yê du girtiyên bi navên “Selahedîn Mecîdî” û “Ebdullah Xanmihemedî” xelkê gundê “Heftvan” a ser bi navçeya Selmasê li girtîgeha vî bajarî de hatin bidarvekirin.

Ev du girtî roja Pêncşemî 14’ê Banemerê ji bo cîbicîkirina hukmê han bo odeya takekesî ya girtîgeha Selmasê hatibûn veguhastin.

Ev her du girtî beriya niha bi sê salan bi tohmeta tawanên “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn girtin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi îdamê hatibûn cezarkirin.

Heta niha nûçeya bidarvekirina van du girtiyan ji aliyê navendên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.