îdamkirina girtiyekî xelkê Mehabadê li girtîgeha Reştê

10:53 - 6 Gulan 2023

Roja Pêncşemî 14`ê Banemerê, cezayê îdamê yê girtiyê bi navê “Celaledîn Rehîmiyan Azar” yê xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) birê ve çû.

Ev girtî berê ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê navendên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.