Pîranşar; 3 welatiyên Kurd bi cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin

16:39 - 3 Gulan 2023

Sê welatiyên Kurd bi navên “Cemal Elîzade”, “Hasil Qedû” û “Ebdulrehman Mihemedî Erşed” xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê taya duyem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serpereştiya dadwer “Acaqlû” bi cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin.

Li gorî biryarê, “Cemal Elîzade” bi tohmeta "hevkariya bi medyayên dijmin re" 30 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, “Hasil Qedo” jî bi tohmeta "kombûn û lihevkirina ji bo kiryarên li dijî ewlehiya welat" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û “Ebdurehman Mihemedî Erşed” bi îdiaya “kom û komploya li dijî ewlehiya welat” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Di rojên derbasbûyî de biryara dadgeha pileya yekem li ser van her sê welatiyên Kurd bi fermî ji wan re hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 23’ê Rêbendan a 1401’an, “Cemal Elîzade” bi danîna barimteya bi qasî 3 milyar Tûmenî heta dawiya dozê bi awayek demkî ji girtîgeha Nexedê hat azadkirin.

“Elîzade” ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Urmiyê hat veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin.

Êvariya roja Sêşemî 26’ê Rezbera sala 1401’an, hêzên ewlekarî bi ser mala “Cemal Elîzade” de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin.

Roja Pêncşemî 13`ê Rêbendana sala 1401`an, “Hasil Qedo û Ebdurrehman Mihemedî Erşed” her yek bi danîna barimteya bi qasî 3ê milyar Tûmenî ji girtîgeha Nexedê hatin azadkirin.

Ev 2 welatî bi tohmeta piştgirî û beşdariya di xwenîşandanên Pîranşarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê hatibûn veguhastin.

Ev her du welatî piştî lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hatine veguhastin.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Cemal Elîzade, Hasil Qedo û Ebdurehman Mihemedî Erşed