Kombûna dadgehîkirin a “Perham Perwerî’ bi tohmeta “Miharibe” û “çalakî li dijî ewlehiya netewî” bi rê ve ço

11:15 - 31 Gulan 2023

Roja Yekşemî 7ê Cozerdanê, dadgeha pêregihîştin bi tohmetên sepandî bo ser yek ji binçavkiriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” yê, “Perham Perwerî”, li taya 28 a Dadgeha Şoreş a bajarê Tehranê de bi serokatiya dadwer “Emûzad” bi rê ve ço.

Çavkaniyeke agehdar bi Kurdpayê re gotiye ku kombûna pêregihîştin bi tohmetên sepandî bi ser “Perham Perwerî” bi amadebûna parêzerê dosyeya wî “Mazyar Tatayî” bi rê ve ço û dadgehê tohmeta “Miharibe” û “çalakî li dijî ewlehiya netewî” bi ser de sepandiye.

Wê çavkaniya agehdar gotiye: “Dadwerê dadgehê bi malbata “Perham Perwerî’ re ragihandiye ku ew cezakirina li heyama wan du heftiyên bê de bi navbirî re dê bê ragihandin.

Birar bû ku dadgehîkirina “Perham Perwerî”, roja Duşemî 21ê Xakelêweyê de li taya 28 a dadgeha Şoreş a Tehranê de bê lidarxistin, lê bi sedemên nexuya ew kombûn bi rê ve neço.

Roja Yekşemî 20ê Xakelêweyê, endazyar “Perham Perwerî” yê xelkê bjarê Seqizê, ji girtîgeha Tehrana Mezin bo girtîgeha “Êvîn”ê hate veguhastin.

Herwisa roja Çarşemî 14ê Befranbara 1401 a Rojî, endazyar “Perham Perwerî” bi rêya pêwendiya telefonî, bi malbata xwe re ragihandibû ku ji girtîgeha “Êvîn”ê bo girtîgeha “Tehran a Mezin” hatiye veguhastin.

Roja Yekşemî 4ê Befranbara 1401 a Rojî, piştî derbasbûna 46 rojan ji binçavkirna endazyar “Perham Perwerî”, mafê destpêregihîn bi parêzer bi navbirî re hatibû dan.

Parêzerê pile yek ê dadgehê “Maryar Tatayî”, piştî lêkolîn li ser dosyeya wî welatî yî, bi malbata wî re ragihandibû ku tohmeta “Miharibe” bi micidî, li ser dosyeya wî ye.

Piştî belavbûna nûçeyekê li torên civakî de li derheq rakirina tohmeta “Miharibe” ji dosyeya endazyar “Perham Perwerî”, çavkaniyeke agehdar di hevpeyvîn digel Kurdpayê, rastiya vê nûçeyê red kir.

Roja Çarşemî 18ê Xezelweya 1401 a Rojî, endazyar “Perham Perwerî” ku li meşa nerizayetiyan de li bajarê Tehranê hatibû binçavkirin, li dadgeha ewlehî ya girtîgeha “Êvîn”ê, tohmeta “Miharibe” bi ser de hate sepandin.

“Perham Perwerî” li 11ê Rezbera 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha “Feşafûyê” hatibû veguhastin.

Navbirî piştî derbasbûna heftiyekê, bo girtîgeha “Êvîn”ê hatibû veguhastin.

endazyar “Perham Perwerî”, temen 25 salî û derçoyê zanista Endazyariya Mikanîk ji Zanîngeha Pîşeyî ya bajarê Urmiyê ye û Mizefer Perwerî û Sirwe Sûzenî, yên bav û dayîka Perham, mamosteyên malnişînkirî yên bajarê Seqizê ne.

endazyar “Perham Perwerî”, xwediyê pileya sêyem a kêbirkêya Melê û xwediyê çendîn pileyan li kêbirkêyên deverî û xwendekariyê de ye.

endazyar “Perham Perwerî” li kompaniyeke endazyariyê de li bajarê Tehranê, mijûlê kar bû.