Bane: Omer Silêmanî, çalakvanê kedkarî, cezayê girtîgehê bo wî hat birîn

16:24 - 29 Gulan 2023

“Omer Silêmanî”, çalakvanê kedkarî yê xelkê Bane, ji aliyê taya 101 a dadgeha cezayên giran a jimare 2 a vî bajarî ve, tevî rojên binçavkirina berê, bi 15 sal heps hat cezakirin û dadgehê ev ceza bo heyama du salan rawestandiye.

Dadgehê ev çalakvanê kedkarî bi “endamtiya di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê û propaganda li dijî nizamê” tohmetbar kiriye.

Civîna doza vî çalakvanê kedkarî roja Çarşemî 20ê Banemerê li taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a Du ya Bane hat lidarxistin.

Roja Sêşemî 6`ê Banemera 1401`an, ev çalakvanê kedkarî yê Kurd, bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Şemî 28`ê Cozerdana 1401`an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.