Darvekirina girtiyê xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Sinê

10:56 - 29 Gulan 2023

Sibeha roja Pênçşemî 4`ê Cozerdanê, girtiyê bi navê “Se`îd Mihemedîfer” yê xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Sinê hat bidarvekirin.

Ew girtiyê han 7 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê navendên dadweriyê ve cezayê darvekirinê bo hatibû birîn.

Heta niha nûçeya darvekirina wî girtiyê han ji aliyê navendên fermî an medyayên naxweyê Îranê ve nehatiye ragihandin.