Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna qedera xwendekarekî Kurd li girtîgeha Sinê

16:31 - 28 Gulan 2023

Serdar Şahmoradiyan, xwendekarê bajarê Sinê, tevî ku şeş meh in bi ser binçavkirina wî re derbas bûne, hê jî di girtîgeha vî bajarî de ye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev xwendekarê Kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer hatiye bê parkirin.

“Şahmorediyan” roja Sêşemî 6’ê Beranbara sala 1401’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye binçavkirin û piştî du mehan lêpirsînê, ji girtîgeha îtla`ata Sinê bo girtîgeha vî bajarî hatiye veguhastin.

Heya niha der barê tohmetên li dijî “Serdar Şahmoradiyan”, agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.