Osman Îsmaîlî ji bo Dadgeha Şoreşê ya Seqizê hat vexwendin

17:10 - 27 Gulan 2023

“Osman Îsmaîlî”, çalakvanê kedkarî yê xelkê Seqizê, bo dadgeha Şoreş a vî bajarî hat gazîkirin.

Li gorî gazînameya ku jê re hatiye, divê ev çalakvanê kedkariyê roja 28’ê Cozerdanê derkeve pêşberî Dadgeha Şoreşê ya Seqizê û li hember tohmetên weke “propagandaya li dijî hikûmetê” û “endamtiya girûpên dijberên ên hikûmetê (Girûpa Baxî ya Komele) parastina xwe bike. ".

Pêştir “Îsmaîlî” ji aliyê taya sêyem a Dozgeriya Şoreş a Giştî ya Seqizê bi "propagandakirina dijî hikûmetê" û "endamtiya girûpên dijberên welat (Grûpa Baxî Komele)" hatibû tohmetbarkirin.

Roja Duşemî 28’ê Xakelêweyê, “Osman Îsmaîlî” bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî ji girtîgeha Seqizê bi awayekî demkî hatibû berdan.

Roja Çarşemî 24’ê Sermaweza 1401’an, ev xebatkarê kedkarî ji girtîgeha îtlaata Sinê bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin.

Roja Çarşemî 19’ê Rêbendan a sala 1401’an, “Osman Îsmaîlî” li cadeya “Şohda” ya bajarê Seqizê bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî heftiyekê ji girtîgeha îtla`ata Seqizê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatibû veguhastin.