Keyvan Zendkerîmî piştî danîna barimteya bi qasî 3 milyar Tûmenî ji girtîgeha Sinê hat berdan

11:53 - 3 Gulan 2023

Roja Sêşemî 12’ê Banemerê, welatiyê bajarê Sinê Keyvan Zendkerîmî piştî 125 rojan binçavkirina demkî, bi danîna barimteya bi qasî 3 milyar Tûmenî heta dawîhatina dozê, ji girtîgeha Sinê hat berdan.

Ev welatiyê 29 salî di dema binçavkirinê de li mafê hebûna parêzer hatibû bê parkirin.

“Keyvan Zendkerîmî” li 7’ê Befranbara 1401’an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hatibû binçavkirin û piştî du mehan lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sinê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

Heta niha ti zanyariyên berfireh derbarê tohmetên vî welatiyê Kurd de bi dest neketine.