Şino: Fexredîn Îbrahîmî kurê girtiyê siyasî yê bidarvekirî Mihyedîn Îbrahîmî, cezayê girtîgehê bo hat birîn

12:12 - 27 Gulan 2023

“Fexredîn Îbrahîmî” kurê Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî yê ku ji aliyê Şaxa 113 a dadgeha cezayên Do Beheştî ya Urmiyê ve hatiye îdamkirin, bi 3 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Dadgehê ev hukm ji bo birêz Îbrahîmî bi tohmeta “hilweşandina cama deriyê ewlekarî yê dadgeha pêdaçûnê” û amaje bi madeya 687 a yasaya sizaya îslamî ya sala 1375 a taya sizayê kiriye.

Fexredîn Îbrahîmî îtîrazê biryara heyeta dadgehê kir û dosyeya wî ji bo lêkolînê bo dadgeha Pêdaçûnê hat şanidn.

Roja Sêşemî 15’ê Xakelêweyê ev welatiyê xelkê Şinoyê piştî danîna barimteya  100 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Roja Duşemî 14’ê Xakelêweyê, “Îbrahîmî” piştî ku çûbû taya 9’ê serdozgeriya giştî ya bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê ya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Roja 7’ê Xakelêweyê, ev welatiyê Kurd bi tohmeta “hilweşandina deriyê nobedaran” yê dadgeha pêdaçûnê, haydariya gazîkirinê bo taya 9’ê dozgeriya giştî û Şoreşa Urmiyê wergirtibû.

“Fexredîn Îbrahîmî” roja Pêncşemî 25’ê Reşemeha 1401’an, rojek beriya bidarvekirina bavê xwe, di girtîgeha navendî ya Urmiyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Înê 26’ê Sermaweza 1401’an, piştî teslîmkirina barimteyê hat berdan.

Roja Înê 26’ê Reşemeh a 1401’an, “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê Kurd xelkê Şinoyê, li girtîgeha Urmiyê hate bidarvekirin. Komara Îslamî red kir ku termê wî radestî malbata wî bike û “Mihyedîn Îbrahîmî” li cihekî nediyar spartin axê.

Bi belavkirina belgeya mirina “Mihyedîn Îbrahîmî” navenda tomarkirina sivîl a bajarê Nexedê, sedema mirina wî “cezayê yasayî” ragihand.