Duyemîn neştegeriya kolberê Pîranşarî yê bi navê Farûq Ezîzî li nexweşxaneya “Aştî” ya bajarê Soranê

17:52 - 26 Gulan 2023

Duh Pêncşemî 4ê Cozerdanê, duyemîn neştergeriya kolberê gundê “Derbeke” a Pîranşarê, Farûq Ezîzî, li nexweşxaneya “Aştî” ya bajarê Soran a Herêma Kurdistanê bi serkevtî hat encamdan.

Li gor çavkaniyeke agehdar, rewşa giştî ya wî kolberî piştî neştergeriya duyem ber bi başbûnê ve diçe û dê heftiya bê ji nexweşxaneyê derkeve.

Roja Pêncşemî berwar 28’ê Banemenrê, Ezîzî li cihê bi navê “Mirge Dirêj” li sînorê Pîranşarê, ji aliyê leşkerên hikûmetê ve bi tundî ji zikê xwe hat birîndarkirin û êvariya heman rojê li nexweşxaneya Soran ya “Aştî” de, neştergerî bû hat encamdan.

Farûq Ezîzî, 42 salî û zewicî ye û sê zarokên wî hene.