Li sînorê Newsûdê ji ber kirîza dil kolberekî jiyana xwe ji dest da

17:50 - 26 Gulan 2023

Roja Pêncşemî, 4ê Cozerdanê, kolberê bi navê “Selam Îsmaîlpûr” xelkê gundê “Spyav” a ser bi devera Bayingan, bi sedema rawestana dil li sînorê Hengejale canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolber dema ku li sînorê Newsûdê kolberî dikir, tûşî rawestana dil bûye.

Herwisa êvariya roja Duşemî 1`ê Cozerdanê, herî kêm 7 kolberên Paweyê bi gulleyên hêzên rejîmê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.

Li gor amara tomarkirî li navenda statîstîka Saziya Mafê Mirovan a Kurdpa, ji destpêka sala 1390’an heya dawiya sala 1401’an, bi giştî Hezar û 956 kolber li Kurdistana Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.