Bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Urmiyê

16:29 - 25 Gulan 2023

Li gorî rapora ajansa nûçanegihania Hiranayê, danê sibê îro Pêncşemî 4`ê Corezdandê, cezayê girtiyê bi navê “Elî Pîrî” ku 40 salan beriya niha bi tohmeta “qetlê” cezayê îdamê bo hatibû birîn, li girtîgeha Urmiyê hate bidarvekirin.

Li gor vê raporê, ev girtiyê han ku heyama sê salan di girtîgeha Urmiyê de mabû, pêştir bi tohmeta qetlê hatibû girtin, ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê bo hatibû birîn.

Roja Çarşemî 3’ê Cozerdanê, ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.