Mamosta Ebdulcebar Lotfî, cezayê heps û derbên qamçiyê bo hat birîn

09:51 - 25 Gulan 2023

Roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê, mamosta “Ebdulcebar Lotfî”, mamosta û pêşnimêjê Înê yê mizgevta Cam`I a Îrşad a Sinê, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê, cezayê 7 meh û nîv hepsa te`izîrî, 74 derbên qamçiyê û qedexekirina jixwekirina kincên mamostatiyê bo wî hat birîn.

Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê, ev mamostayê Olî yê Kurd bi “propagende li dijî nizamê û têkdana hirza giştî” tohmetbar kiriye.

Mamosta Ebdulcebar Lotfî, di heyama rojên borî de, gazînameya amadebûna li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê de, roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê wergirtiye.

Di meha Sermaweza sala 1401`an, mamosta Ebdulhemîdcebar, bi sebeba piştevanîkirin ji şoreşa seranserî a Jin, Jiyan, Azadiyê, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hatiye vexwandin.