Sine: Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:55 - 24 Gulan 2023

Roja Sêşemî 2`ê Cozerdanê, welatiyê bi navê “Şêrko Mênberî” kurê Şîrwan û xelkê gundê “Nêyer”ê girêday bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin e.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar: Hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê, welatiyê han di mala wî de binçavkirine.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Li derheq qedera “Mênberî” de piştî binçavkirina wî ti agahî ber dest tune ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî “Şêrko Mênberî” ber dest tune ye.