Birîndarbûna aliyê kêm a 7 kolberan li sînûrê Newsûdê

11:09 - 24 Gulan 2023

Şeva Dûşemî 1`ê Cozerdanê, aliyê kêm 7 kolber ên xelkê bajarê Pawe bi sebeba golereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînûrê Newsûdê birîndar bûn.

Çavkaniyeke haydar di vê barê de nasnameya 4 kolberan bi Kurdpa yê re wiha ragihandiye, “Arif (paşnavê wî nehatiye zanîn) xelk Pawe, Mehmûd (paşnavê wî nehatiye zanîn) xelkê Pawe, Cemal(paşnavê wî nehatiye zanîn) xelkê gundê Şemşîr ê girêdayî Pawe û Feysel Ehmedî xelkê gundê Siryas yê girêdayî Pawe”.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: “Feysel Ehmedî” di vê bûyerê de pê wî birîndar bûye û bi sebeba kûrahiya birînê bo nexweşxaneya Pawe veguhastine û neştegerî bo encam dane.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê haydarkirina berê, rasterast gole ji wan kolberan reşandine.