Sehne: Binçavkirina du çalakvanên medenî yên Kurd ên Yarsan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:22 - 24 Gulan 2023

Roja Sêşemî 2`ê Cozerdanê, “Seyd Ferîboriz Şa Îbrahîmî û Seyd Ferhad Zalnûrî” ji çalakvanên medenî yên civata Yarsan li bajarê Sehne yê girêday parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Çavkaniyeke haydar her di vê barê ji “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: Ev her du çalakvanên medenî li malên xwe de hatine binçavkirin û navenda ku ev binçavkirine heta niha xuya nine û ti agahî jî li bara rewşa tendrustiya wan her du çalakvanên medenî de ber dest nine.

Li gorî gotina agahiyên çavkaniya haydar: Binçavkirina wan her du çalakvanên medenî yên Kurd ên Yarsan, bi tundî û ketina nav malê bi bikaranîna zorê û bi rêya dîwarê malê hatiye encamdan û heta niha ti ferman û şiroveyek derbarê binçavkirina wan de nehatiye dayîn.

Ew her du çalakvanên medenî roja Înê 27`ê Xezelwera sala 1401`an jî di merasima 21emîn salroja Seyd Xelîl Alînijad de bi tundûtîjî û lêdanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û piştire bi danîna barmteyê hatibûn azadkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li bara sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her du çalakvanên medenî yên Kurd ên Yarsan hatine de ber dest tuneye.