Biryara bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Kirmaşanê birê ve çû

10:01 - 24 Gulan 2023

Serspêdeya roja Sêşemî 2`ê Cozerdanê, biryara bidarvekirina girtiyê bi navê “Se`îd Mihemedî” yê xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha wî bajarî de birê ve çû.

Ev girtiyê han temen 43 saliye û 12 salan beriya niha bi tawana “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve biryara darvekirinê bo hatibû dan.

Heta niha nûçeya darvekirina wî girtiyê ji aliyê navend û medyayên hundrî Îranê ve nehatiye îlankirin.