Li Ehwazê welatiyekî xelkê bajarê Avdananê hat binçavkirin

09:57 - 24 Gulan 2023

Roja Duşemî 1`ê Cozerdanê, welatiyê bi navê “Nasir Rizay”yê temen 43 salî û xelkê bexşa SerabBax ê girêdayî parêzgeha Îlamê li tirmînala bajarê Ehwazê de hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ev welatiyê han bi bê nîşandana belgeya dadgehê hatiye binçavkirin û bo girtîgeha îdareya îtla`ata Dêhloranê veguhastin e.

Li gorî çavkaniya haydar: “Nasir Rizay” roja Sêşemî 2`ê Cozerdanê ji îdareya îtla`ata Dilhoranê bo dozgeriya Dilhoran a wî bajarî veguhastin e û piştî çend demjmêran, dubare bo girtîgeha îdareya îtla`atê zivirandine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li bara sebeba binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin yên li dijî wî welatiyê de ber dest ninin.